SvenskaEnglish
Destpêk|Weşan|EHR
avatar
Sûnetkirina keçan li Herêma Kurdistanê
avatar
combat pilot who is wanted for genocide in Halabja
avatar
Kampanya li dijî sunetkirina keçan li Herêma Kurdistanê didome
avatar
Rapora Taybetî: Rewşa eserên dîrokî li Herêma Kurdistanê
 
avatar

Bîranîna Şehîdên 12 Adarê yên bajarê Qamişlo

Dûhî, Encumena Kurdên Sûriyê li Swêdê ji bo bîranîna Şehîdên Qamişloyê civînek mezin li Stockholmê pêk anî. Bîranîn bi belavkirina zaniyariya ”roja 12 adara 2004 an, polîsên Sûriyê bi mebesta kuştinê temaşevanên fotbolê li bajarê Qamişlo dane ber guleyan û 9 kes kuştin. Di dema veşartina şehîdan yan xwepêşandanan de, li ser goristanan û di bin êşkenceyên hovane de gulebarana şovenîstan berdewam kir û jimara kuştiyan giha 31 xort û keç ên kurd. Bi sedan brîndar û seqet bûn, bi hezaran kurd hatin girtin û hikumên dirêj li wan hatin birrîn.
Rêjîma Sûriyê dixwest kurdan çavreşî ereban bike, wan bitirsîne û rêya daxwaza mafên netewî û meruvane li ber wan bigire. Lê gelê kurd bi raperîn û serhildan ên xwe yên gelêrî û herderî, yekîtî ya swe ya netewî û hêza xwe ya dinamîk bêhempa nîshan da. Bi xwepêşandanên tevayî, cemawerên kurd diyar kirin ko, kuştin û têror wan natirsînin û ew tucarî têkuşîna xwe narawestînin” dest pê kir û di encamê de ji her çar aliyê Kurdistanê xelk herikîn ber bînahiya ABF ê.
avatar

Helwêsta dewleta Belçîkayê

Mafê peyv û gotinê, mafê derbirîna raman û dîtinên xwe, mafê weşanê, mafekî gerdûnî ye, mafekî pîroz e. Jji Magna Charta û bi vir de ev li dora 700-800 salan e behsa mafên însên dibin, û di 300 salên dawî de jî ev maf, di bi dehan deklerasyon û peymanên navneteweyî de, dawî di yên Yekîtiya Neteweyan de hatine bicîhkirin, çespandin.
Mafê weşanê, mafê gotina azad, bêtirs û bêzext, bi qasî mafê jiyanê pîroz e, mafê tu kesî, tu hêzê, ev hêz çendî xwurt dibe bila bibe, tune ye vî mafî desteser bike, xesp bike.
avatar

Rêvebiriya parastina jinan li Herêma Kurdistanê rapora xwe aşkere kir

Rêvebirê şopandina şîdeta li hemberî jinan ya ser bi wezareta navxwe ya herêma Kurdistanê Arî Refîq û rêvebirê nivîsgeha Hewlêrê yê wê rêvebiriyê Neqîb Jîlemo îro di civîneke çapemeniyê de rapora xwe ya sala 2009’ê ya li ser bûyerên şîdeta li hemberî jinan li her sê parêzgehên herêma Kudistan û îdareya Germiyanê aşkere kir û di raporê de rêjeya bûyerên sala 2008 û 2009’ê hatin berhevdayîn.
avatar

Reporters Without Borders: Redaktorê rojnameya Kurdî bi 21 salan hate cezekirin

Organîzasyona însanî û navnetewî ya Rojnamevanên Bêsînor (sînornenas)- “Reporters Without Borders” bi giranî mafê hizirkirin û çapemeniyê li gelek deverên cîhanê dişopîne. Dezgehê, zilm û zordariya li dijî rojnameya Azadiya Welat û xebatkarên wê didome, pêkanînên dadgehên Turkiyê yên li dijî demokrasî û mafê hizirkirinê, ji xwe re kire mijar û li ser pirsê beyanek belav kir. Beyana wan wisa hatiye formulekirin:
avatar

Encama Konferansa Dersimê ya li Stockholmê

Êşa Dêrsimê didome…
Ev rastî, ji axaftin û keserên şahidê jenosîda Dêrsimê Elî Gultekin dikare baş bê fêmkirin. Ji hizirkirina kûr û analîza parlementerê Dêrsimê Şerafettîn Halîs ku hejmarek kes ji malbata wî şehîd ketine, baştir tê îfadekirin. Evîn Çîçek ku bi dirêjî lêkolîn li ser qirkirin û pirkûjiya Dêrsim û Koçgîriyê kiriye û bi xwe ketiye ber pêla nefîkirina dewletê, dikare baştir vê êşê bihêne zimên. Lawkê Dêrsimî Kemal Gorgu bi qirîniya li ser nîgargehê, bi rêya şanoya xwe bû dengê şehîdên Dêrsimê û hewil da ku êşa Dêrsimê, bi rêya hunerê bihêne zimên. Wî baş anî zimên ku Dêrsim çima digirî?
avatar

PES biryara Turkiyê ya girtina DTP ê mehkûm dike

Hêza Sosyal demokratên Ewropayê-PES, biryara ”Dadgeha Qanûna Bingehîn” ya Turkiyê ku di 11/12- 2009 de girtiye û partiya DTP qedexe dike, mehkûm dike. DTP yek ji wan partiyên herî mezin û muxalîf e di parlementoyê de ye. Li gorî beşek ji biryara dadgehê, 37 rêvebirên partiyê û serokê wê Ahmet Turk jî ketine ber qedexeyê. Li gel ku 19 parlementerên wan di parlementoyê de hene, wan statuya avakirina grubekê wunda kirine û niha rola wan ya di parlementoyê de marjînal bûye.

1 2 3 4 5 6 7 >

Destpêk|copyright © 2009 eurokurd.net|EHR
English Svenska